Nîjadperestîya li dijî Kurdan berdewam e
Hikûmeta AKP û rayedarên wê nîjadperestî û dijminatîya ku li dijî Kurdan û zimanê Kurdî dikin, berdewam e. Dijminatî gihaye wê astê ku heta dijminatîya pirtûkên Kurdî jî dikin û wan ji refikên pirtûkxaneyan radikin.
Li bajarê Sêrtê, pirtûkên Kurdî yên ku di pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan de bûn, ji alî rayedarên şaredarîyê ve hatin rakirin û wendakirin.
Berî niha tabelaya pirtûkxaneyê jî ji alî Kayyûmê AKPî ve hatibû rakirin. Kayyûmê AKPî ji rakirina tabelaya Celadet Alî Bedirxan kela dilê wî hênik nebûye, îcar pirtûkên Kurdî jî ji refikên pirtûkxaneyê rakirin û wenda kirin.
AKPî yên ku li ser navê xwedê û ola îslamê dijminatîya her nirxên Kurd û Kurdistanî dikin, bi rakirina pirtûkên Kurdî carek din rûyê xwe eşkere kirin û li şûna wan pirtûkên pirtûkxaneyê “Yek al, yek millet, yek welat, yek dewlet“ nivîsandin.
Z.B
Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.