Nîvê Ewrûpîyan li dijî misilmanan e
Peyama Kurd /Ji ber sedemên şer û jiyana hejarî, bi taybet misilman, ji welatên xwe direvin û xwe li Ewrûpayê digrin. Her çiqasî li Ewrûpayê dikevin nav jiyanek rehet û xweş, jiyanek têr û bê şer jî, xirabîyên ku ji çanda xwe û welatê xwe girtine, bi xwe re dibin Ewrûpayê, dixwazin Ewrûpîyan jî bikin wek xwe û jiyana Ewrûpayê li herkesî diherimînin.
Ev çand, tore û kiryarên ku ne li gor Ewrûpîyan e û bi taybet îslamîstên radîkal li Ewrûpayê dikin, temamê misilmanan li ber çavên Ewrûpîyan reş dikin û Ewrûpî naxwazin ku yekî misilman bibe cîranê wan yan jî endamek ji malbata wan.
Di vê derbarê de Navenda Lêkolîna PEWê li 15 welatên Ewrûpayê lêpirsîn û lêkolînek da çêkirin û encama lêpirsîna wan eşkere bû.
Li gor vê lêkolîn û lêpirsîna li 15 welatên Ewrûpayê, nîvê Ewrûpîyan naxwazin ku yekî misilman bibe endamek ji endamên malbata wan (bi rêya zewacê yan jî bi rêyên din). LI gor lêkolînê, ji 3/1 ji Almanan li dijî misilmana ye. Rêjeya dijberîya misilmanan herî zêde li Îtalya, Brîtanya û Awûstûryayê derketiye holê. Li gor vê, ji %43ê Îtalyanan, ji %36ê Ingilîzan, ji %34ê Awûstûryayî û ji %33ê Almanan li dijî misilmanan e.
Ev nivîs 210764 car hatiye xwendin.