Ocalan: PYD li Rojava polîtîkayek şaş dimeşîne

Peyama Kurd - PYD bi siyaset û polîtîka xwe ya ezezî û dîktatorî rê nade ku Kurdên derveyî wê siyasetek azad û Kurdistanî bikin. Piranîya Kurdên ku ne alîgirên PKK û PYD ne yan di zindanên PYD de ne, yan reviyane Ewrûpa û welatên din, yan jî nikarin siyasetê bikin û hatine bêdengkirin. Gelek Kurdên ku ne alîgirên PYD ne hatine kujtin û vîdeoyên wan di çapemenîyê de hatine eşkerekirin.

Li ser siyaseta PYD kevnerêvebirê PKK Osman Ocalan ji çapemenîyê re axivî û bal kişand ser wê yekê ku PYD li Rojavayê Kurdistanê polîtîkayek şaş dimeşîne, û heke PYD di vê siyaseta xwe ya şaş de reqdar be, wek Efrînê wê Kobanê û Qaişlo jî wenda bike.

Li gor Ocalan, Rojhilata Navîn pêwistî guhertinên nû ye, Amerîka guhertinan dixwaze, lê dewleta Tirk û Îran li dijî van guhertinan radiwestin û dixwazin di rewşa Rojhilata Navîn de tu guhertin çênebin.

Osman Ocalan, anîye zimên ku piştî kongreya AKP a di 18ê Tebaxê de wê têkilîyên aborî yên di navbera Tirkîyê û Kurdistanê de xweştir û geştir bibin û dibêje: “Tirkîyê fêhmkiriye ku divê têkilîyên xwe û Herêma Kurdistanê bipêş bixe. A rast jî ev e. Vexwendin û serdana Nêçîrvan Barzanî û PDK a ji bo kongreya AKP nîşana vê yekê ye “.

Ocalan, di derbarê PYD û siyaseta PYD de jî dîtinên xwe anîne zimên û dibêje: “PYD li Rojava polîtîkayek şaş dimeşîne. Heke PYD di polîtîkaya xwe de reqdar û bi israr be, wek Efrînê wê Kobanê û Qamişlo jî wenda bike. PYD û YPG girêdayî PKK ne, bi serê xwe nikare Rojava biparêzin. Piranîya Kurdên Rojava ji ber polîtîka PYD Rojava terk kirine. Ji xwe gelek ji wan şehîd ketine. Divê PYD dev ji vê dijminatîyê berde û ji mirovên şoreşger re nebêjin hûn terorîst in“.


Ev nivîs 210761 car hatiye xwendin.