Osê: YPG rê nade Sûrîye artêşa xwe bişîne Efrînê

Nîqaşên li ser rewşa Efrînê, êrîşên dewleta Tirk, alîkarîyên rejîma Sûrîyê û helwesta YPG berdewam in.

Berî niha PYD di malbera xwe de bang li rejîma Sûrîyê kiribû ku xwedî li Efrînê derkeve û Efrînê ji êrîşên dewleta Tirk biparêze. Ev banga PYD ji alî hinek alîyan ve wek vexwendina artêşa Sûrîyê û radestkirina Efrînê hat nirxandin.

Wekîlê Kurd ê Parlamentoya Sûrîyê Omer Osê, ji Rûdawê re daxuyand ku “heke Tirkîye dawî li êrîş û operasyona ser Efrînê neyne, wê Sûrîye ji bo paraztina Efrînê hêza artêşê bişîne“ û got: “Sûrîye amade ye ji bo paraztinê hêza artêşê bişîne Efrînê, lê YPG destûrê nade“.

Omer Osê, anî zimên ku êrîşên Tirkîyê yên li ser herêma Efrînê desttêwerdana serwerîya Sûrîyê ye û dîsa got: “Ji bo ku Efrîn bajarekî Kurd û Sûrîyê ye, destekkirina milletê Kurd û alîkarîya bi YPG û YPJ re wek prensîp erka hikûmeta Sûrîyê ye“.

 Z.B


Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.