Pêvajoyek nû ye, yan şerê bi şêwr û mişêwr e?
Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û hevkarê wî Bahçelî biryar girtin ku hilbijartina serokkomarîyê berî dema xwe û di 24ê Hezîrana 2016an de pêk bê. Evê biryarê pirs û pirsgirêk di serê gelekan de afirand. Erdogan û Bahçelî çima ev biryara zûwext girtin? Helbet di binê vê biryara zûwext de plan û proje hebûn, lê çi plan û proje herkesî meraq dikin.
Pêşketina Partîya Saadetê (Saadet Partîsî) û Partîya Baş (Îyî Partî) serê AKP û MHP, ango serê Erdogan û Bahçelî dêşandin. Heke rê li ber van herdu partîyan bihata girtin, wê serketina AKP û MHP zêdetir û hêsantir bibûya. AKP bi rêya Dezgeha Bilind a Hilbijartinê xwest ku rê li ber Partîya Baş bigre û wê beşdarî hilbijartinê neke. Lê CHP ev plana AKP û MHP têk bir, 15 wekîlên xwe dan Partîya Baş û hişt ku mafê beşdarbûna hilbijartinê bidestxe. Rêlibergirtina partîya HUDA-PARê jî planek din a AKP û Erdogan bû. Erdogan nexwest ku HUDA-PAR beşdarî hilbijartinê bibe da ku li Bakurê Kurdistanê dengên HUDA-PARê tev ji AKP re biçin. Rewşa HADEP ê ji xwe li ber çavan e. Piştî şerê xendekan, wêrankirina bajarên Kurdistanê, herifandina 14 hezar mal û xanîyên Kurdan û kujtina nêzîkî 10 hezar keç û xortên Kurd, HADEP li ber çavê Kurdan reş bû û rêz û dilxwazîya jê re kêm bû.
Lê wek dibêjin, di dewleta Elî Osman de lîztik û dek û dolab xilas nabin. Niha jî desthilatdarîya Erdogan dixwaze, yan jî hewl dide berî hilbijartinê pêvajoyek din a “Pêvajoya Aştîyê“ bide destpêkirin da ku dîsa xwe di çavê Kurdan de bike leheng û rizgarîxwazê aştî û biratîyê (!). Erdogan û desthilatdarîya wî di pişt perdeyan de zilamên xwe dişîne Brîtanyayê û di dezgehên nêzîkî PKK de civînan dide çêkirin.
Berî bi demek kurt, wekîlên AKP û Erdogan Efkan Ala (kevnewezîrê navxweyî), Mehdi Eker (kevnewezîrê çandinîyê), Taner Yıldız (kevnewezîrê enerjîyê) beşdarî civîna Democratik Progress İnstitute (DPI) bûn. Serokê DPI Kerîm Yildiz Kurdekî nêzîkî PKK ye û DPI jî wek dezgehek kûr a dewleta Brîtanyayê tê binavkirin. Di vê civînê de rayedarên siyasî û leşkirî yên Brîtanyayê jî beşdar bûne.
Nivîskarê nêzîkî AKP û Erdogan Ahmet Takan, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser pêvajoyek nû û tîne zimên ku AKP û Erdogan dixwazin di pişt perdeyan de bi rê û qasidîya Brîtanyayê pêvajoyek nû bidin destpêkirin û serdana hersê wekîlên AKP jî nîşana vê yekê ye.
Z.B
Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.