Pakistanê zirt li Amerîkayê kir

Peyama Kurd / Pakistan ji alî Amerîkayê ve wek fînansmanê terorîzmê ket lîsteya welatên ku alîkarîya terorîzmê dikin. Evê yekê, sarî û dilgiranî xistiye navbera Pakistan û Amerîkayê. Her çiqasî Pakistan ketibe lîsteya gewr jî, lê Wezîrê Derve û Bergirîya Pakistanê Khurram Dastagir Han di wê bawerîyê de ye ku ketina lîsteya reş jî li pêşîya wan e.

Wezîrê Derve û Bergirîya Pakistanê Khurram Dastagir Han, di vê derbarê de zirt li Amerîkayê kir, anî zimên ku heke Pakistan têkeve lîsteya reş, wê darbeyek mezin li aborîya Pakistanê bikebe û got: “Ev biryar li ser daxwaza Donald Trump pêk hatiye, heke em îro xistibin lîsteya gewr, sibê lîsteya reş jî li pêşîya me ye. Ev yek jî wê ziyanek mezin  bide aborîya Pakistanê. Her çiqasî îro têkilî û navbera me ne xweş be jî, me tu rê li ber Amerîkayê negirtine, lê hemû bijareyên me li ser masê ne. Wer dixuye ku Amerîka cezayek dûrî şiddetê dide Pakistanê “.


Ev nivîs 210769 car hatiye xwendin.