Parlamentoya Kurdistanê berxwedana Efrînê silav kir
Parlamentoya Kurdistanê ji bo piştgirîya berxwedana Efrînê 4 darên zeytûnan çandin û berxwedana Efrînê silav kir.
Wekîlê Serokê Grûpa PDK a Parlamentoya Kurdistanê Ûmêd Xoşnav, daxuyand ku wan ji bo piştgirîya berxwedana Efrînê sembolîk be jî 4 darên zeytûnan çandine, ew xelkê Efrînê û berxwedana Efrînê silav dikin.
Li gor Xoşnav daye zanîn, di çandina darên zeytûnan de Alîkarê Serokê Parlamentoyê Mihemed Emînkî, Wekîla Partîya Pêşketin û Reformê ya Turkmenan Muna Kahvecî û gelek wekîlên Parlamentoya Kurdistanê beşdar bûne.
Z.B
Ev nivîs 210814 car hatiye xwendin.