Parlamentoya Kurdistanê pakêta reforman pesend kir

Serokê Grûpa PDK a Parlamentoya Kurdistanê Omîd Xoşnaw, di derbarê pesendkirina pakêta reforman de derket pêşberî çapemenîyê û ragihand ku Parlamentoya Kurdistanê pakêta reforman ku ji 13 maddeyan pêk tê, pesend kiriye.

Omîd Xoşnaw, di axavtina xwe de anî zimên ku li gor vê pakêta reformê, wê mafên memûr û derkenaran bên paraztin û hêzên pêşmerge bên yekkirin.

Xoşnaw, da zanîn ku lîsteya şehîd û girtîyên siyasî hatine guncavkirin, kesên ku bi rêyên qaçax derkenar (teqawît)bûne hatine destnîşankirin, mûçeyên bilind yên derkenarên taybet hatine kêmkirin û derkenarên ku mûçeyê kêm distînin mûçeyên wan hatine zêdekirin.

Omîd Xoşnaw, anî zimên ku dema “stendina cotmûçeyan derbas bûye, kesên ku cotmûçe distendin êdî wê yek mûçeyî bistînin“ û got: “Maddeya herî girîng ji ya pakêta reformê hêzên 70 û 80 yên pêşmerge di bin yek sîwanê de dibin yek hêz û ev ji bo yekkirina hêzên pêşmerge gavek pir girîng e“.

Xoşnaw, da zanîn ku bi vê pakêta reformê wê 150 milyar dînar li xezîneya Kurdistanê paşde vegere û got: “Hikûmeta Kurdistanê ji bo pêkanîna van reforman bi biryar e“.

Z.B


Ev nivîs 210791 car hatiye xwendin.