PE hişyarî da Tirkîyê
Di derbarê êrîşa ser Efrînê û kujtina Kurdên sivîl de dewleta Tirk ketiye tengasîyê û piştgirîyê ji awira gelemperîya cîhanê nabîne.
Parlamentoya Ewrûpayê di civîna xwe de hişyarî da Tirkîyê û anî zimên ku “ Parlamentoya Ewrûpayê ji encama êrîşa ser Efrînê gumanbar e“.
Di civîna PE de reşbeleka bi sernivîsa “Li Tirkîyê Rewşa Mafê Mirovan“ bi piranîya dengan hat pejirandin. Di vê reşbelekê de tê gotin ku darbeya 15ê Tîrmehê ji bo zêdetir bêdengkirin û perçiqandina mixalefeta meşrû û aştîxwaz û ji bo astengkirina medya û sazîyên sivîl tê bikaranîn.
Di reşbeleka PE de herweha tê gotin ku “rewşa xirabbûna heqê maf û azadîyên bingehîn û serbixwebûna hiqûqê pir gumanbar e“ û hatiye gotin: “ Bi deh hezaran kes bi kêfî hatine girtin û divê ev kes bi lezgînî bên berdan“.
Di Parlamentoya Ewrûpayê de Sosyal Demokrat û Demokratên Xiristîyan jî di derbarê êrîşa ser Efrînê de pêşniyazek pêşkêşî PE kir û ew pêşniyazî jî bi piranîya dengan hat pejirandin. Di pêşniyazê de rexne li Tirkîyê hatiye girtin û hatiye gotin ku divê Tirkîye li herêma Kurdan xwe ji êrîş û çalakîyên bêserûber dûr bigre.
Parlamentoya Ewrûpayê, herweha bang li PKK jî kir û dev ji çekan berde û bi Enqerê re dîsa vegere ser maseya mizakereyan.
Z.B
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.