Piştî çûna ÎŞÎDê jî Amerîka dernakeve

Peyama Kurd / Nîqaşên li ser Sûrîyê û mana Amerîkayê didomin. Rûsya, Îran, Tirkîye û Sûrîye dixwazin ku Amerîka ji Sûrîyê vekişe û jê derkeve. Hinek rayedarên Amerîkayê derketina ji Sûrîyê bi tunekirina ÎŞÎDê ve girêdidan. Lê Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Jîm Mattîs mesele zelaltir kir.

Jîm Mattîs, da zanîn ku tunekirin û xilaskirina ÎŞÎDê nayê wateya ku wê Amerîka ji Sûrîyê derkeve. Piştî civîna NATO ya bi Brukselê, Jîm Mattîs axivî û got: “Em nikarin bifikirin û bêjin baş e, madem ÎŞÎD xilas bû, wê gavê em jî ji Sûrîyê derkevin. Tiştê ku em bikin hene, divê em piştgirîyê bidin meclîsên xweser yên herêmî. Divê hûn piştgirîya ewlekarîya herêmî bikin ku ÎŞÎD dîsa paşde venegere“.

Mattîs, bi berdewamî anî zimên ku ewê operasyonên li dijî ÎŞÎDê bidomînin, hêza wê lawaz bikin û li seranserê cîhanê hewl bidin ku hêza ÎŞÎDê têk bibin.


Ev nivîs 210756 car hatiye xwendin.