PKK erka xwe bi cîh anî û ji Şingalê vekişîya

Peyama Kurd /Nûçe Analîz - Bê guman di nav KCK (PKK) de jî kom û grûpên cuda hene. Li gor tê gotin, grûpa Duran Kalkan, Mustafa Karasu, A. H. Kaytan, C emîl Bayik û Riza Altun çep in, ji derveyî Cemîl Bayik ewên din Alewî ne û herî zêde ev grûp dijminatîya AKP û desthilatdarîya Erdogan dike. Herweha endamên vê grûpa ku wek Grûpa Enqerê tê nasîn, ji roja PKK hatiye damezirandin û heta roja îro nehatiye dîtin û bihîstin ku beşdarî şer bûne û ne jî fîşekek li dijî dewleta Tirk teqandine. Herweha grûpa ku herî zêde hevalbendî û xizmeta Îranê jî dike, dîsa ev grûp tê destnîşankirin. Her çiqasî grûpa Karayilan, Bahoz Erdal û kesên ku hinekî dilşewatên doza Kurd in hebin jî, lê hefsarê desthilatdarîyê di destê Grûpa Enqerê de ye, desthilatdar û biryarmend ew in.

Murat Karayilan, berî bi demek kurt daxuyanîyek da û anî zimên ku „ ji bo berxwedana Efrînê bê rawestandin, heyetek Tirk û Rûs bi Ocalan re hevdîtin pêk anîne, lê Ocalan rawestandina berxwedana Efrînê qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê jî xwedêgiravî zixtên li ser Ocalan zêdetir bûne“ filan û bêvan.

PKK û HDPî yên ku digotin xwedêgiravî „ 7 meh yan salek e haya me ji Ocalan tuneye “ û ji bo wî çalakî li dar dixistin, çawa û ji kê ev agahdarî stendin? Kê ev agahdarî û peyam ji Karayilan û PKK re şand? Û bi vê ve girêdayî, madem Ocalan nedixwest berxwedana Efrînê raweste, berxwedan çima rawestîya, Efrîn çima ket û çima radestî dewleta Tirk hat kirin?  

Dûran Kalkan, berî Karayilan daxuyandibû, peyamek dabû cîhên pêwist û gotibû: “Emê jî li beramberî Efrînê Geverê (Şemdîlî) bistînin“.

Esasen daxuyanî û peyama Kalkan vexwendinek bû. Vexwendinek ji bo wêrankirin û talankirina Geverê û rêvekirina ji bo dagîrkirina Şingalê bû. Lê çima KCK (PKK) gerîllayên xwe ji Şingalê vekişandin (li gor gotinên wan) û terka Şingalê kirin? Çima gotinên Duran Kalkan pûç derxistin? Gelo dîsa Ocalan bi kevokên aştîyê (!) re peyam ji wan re şand ku hêza xwe ji Şingalê bikşînin, yan Îranê guhê wan kişand û ew mecbûr kirin?

Berdevkê KCK (PKK) Serhed Varto, ji Sputnik re axivî û sedema vekişandina PKK ya ji Şingalê eşkere kir.

Piştî daxuyanîya Serokkomarê Tirkîyê Erdogan ku gotibû „emê şevekê bigrin ser Şingalê û operasyonê li endamên PKK bikin“ PKK ragihand ku wan hêza xwe ji Şingalê vekişandiye. Serhed Varto, sedema vekişandin û derketina PKK bi vî awayî ragihandiye: Niha devera Şingalê aram e, gelê Êzidî hêza xwe heye û dikare parêzvanîyê xwe bike. Di heman demê de niha Êzidî li Şingalê xwe bi xwe bi rêve dibin û tu fişar û metirsî li ser wan nemane. Pêwistîya wan bi hêza PKK nemaye, ji ber vê yekê PKK biryar da ku hêzên xwe ji Şingalê vekişîne".

Birastî balkêş û ecêb e.

PKK a ku bi 7 gerîllayan (!) Şingal ji destê ÎŞÎDê rizgar kiribû, Şingal aram kir, ewle kir û jê derket!

Û Şingal teslîm û radestî kê kir?

Ewlekarîya wê radestî kê kir?

Helbet teslîmî milîsên Îranê Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê kir.  

Ango, tu ferq di navbera teslîmkirina Efrînê û Şingalê de nehişt. Efrîn da Tirkan û Şingal jî da Îran û Iraqê. Di vir de dîsa bêhna gennî dikeve poz û difnê meriv û meriv dibêje qey Îran û Tirkîyê li hev kiriye. Efrîn dan Tirkîyê da ku Kurd xwe negihînin Derya Spî, û Şingal jî dan Îran û Iraqê da ku parçeyên Kurdistanê nebin yek, Kurd û Kurdistan di heman rewşê de bigevize. Her sê bajar û herêmên stratejîk jî (Kerkûk, Şingal û Efrîn) bi dek û dolab û xiyanetan ketin destê dagîrkeran.

Bi kurt û Kurmancî; heke gotinên Murat Karayilan rast bin û heyeta Tirk û Rûs serdana Ocalan kiribe, radestkirina Efrîn û Şingalê ji vê serdanê ne bêpar û cuda ye. Û heke KCK (PKK) birastî hêzên xwe ji Şingalê vekişandibe, dîsa ji biryara Îranê ne bêpar û cuda ye. Û êdî tu sedem nemaye ku PKK hêza xwe li Şingalê jî bihêle. Ji ber Şingal radestî Hikûmeta Kurdistanê û Pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye, rasterast radestî Îran û Iraqê kiriye. Ji xwe sedema ku PKK hat Şingalê jî ev bû û ne tiştekî din bû..

 

 


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.