Polîsê Alman çalakîyên NAV-DEMê qedexe kir

Polîsê bajarê Kölnê çalakî û xwepêşandan li NAV-DEMê (Navenda Demokratîk a Civaka Kurd) qedexe kir.

NAV-DEM, ku li Almanya wek sîwana dezgehên PKK tê naskirin lê nehatiye qedexekirin, êdî wê nikaribe li bajarê Kölnê Almanyayê çalakî û xwepêşandanan li dar bixe.

Polîsê bajarê Kölnê, destûr neda NAV-DEMê ku roja Şemîyê xwepêşandanê li dar bixe. Xwepêşadanên ku NAV-DEMê dixwest roja Pêncşemê jî li dar bixe, ji alî polîsên bajarê Kölnê ve hatin qedexekirin.

Li gor daxuyanîya Teşkîlata Ewlekarîya Kölnê, di encama lêkolînê de eşkere bûye ku serlêdanên ji bo xwepêşandanan hatine kirin ji alî NAV-DEMê ve hatine kirin. Ji ber ku NAV-DEM di xwepêşandanan de sembol û nîşanên PKK bilind dike, sûc dike û li dijî zagonên Almanyayê derdikeve.

Di 27ê Çileyê Paşîn de NAV-DEMê li bajarê Kölnê xwepêşandanek li dar xistibû û sembol, nîşan û wêneyên serokê PKK bilind kiribûn. Ji ber ku rêveberên NAV-DEMê guh nedabûn hişyarîyên Teşkîlata Paraztina Makzagonê (îstîxbarata Alman), xwepêşandan ji alî polîsan ve di nivê rê de hatibû rawestandin.

Li gor daxuyanîya polîsên Alman, ev biryara li hember NAV-DEMê ji alî Wezareta Navxweyî ve hatiye girtin.

Z.B


Ev nivîs 210800 car hatiye xwendin.