Pompeo: Emê dîplomasîyek hêzdar û hişk bimeşînin
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, alîgirê bikaranîna hêz û polîtîkayek hişk e. Piştî ku ji serokatîya CÎA yê bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê, hat irxandin ku wê siyaset û dîplomasîya Amerîkayê bi Pompeo re bê guhertin û wê Amerîka ji berê zêdetir polîtîkayek hişk û hêzdar bimeşîne.
Mike Pompeo, da zanîn ku wê di poklîtîka û dîplomasîya Amerîkayê de guhertin bên kirin û ewê wek berê siyaset û dîplomasîyek nerm nemeşînin.
Mike Pompeo, li Wezareta Derve axivî û nexşerêya xwe û Amerîkayê raxirt ber çavan.
Pompeo, da zanîn ku wê welatê wî dîplomasîyek hişk bimeşîne û got: “Em di pêvajoyek zehmet û livdar re derbas dibin. Pêwistî bi serokatîyek bihêz heye. Pêwiste ekîba me bi mêranî û hêza xwe beramber zixt û tehdîtan bisekine“.
Pompeo, bi berdewamî anî zimên ku Amerîka beramberî gelek zixt û tehdîtên derve ye û got: “ Divê welatê Serok Donald Trump hêza xwe derxe pêş. Divê temamê hêz û dezgehên Amerîkayê bên bikaranîn. Bikaranîna dîplomasîyek hişk û hêzdar ji bo Rojhilata Navîn jî derbas dibe. Bi taybet ji bo çewsandin bandora Îranê ev yek şert û pêwist e “.
Mike Pompeo, di dawîyê de anî zimên ku ew û ekîba wî ya li Wezareta Derve ji bo çareserkirina qeyranan ewê pêvajoyên nû yên stratejîk û dîplomasîyê têxin jiyanê.
Z.B
Ev nivîs 210779 car hatiye xwendin.