Protokolên navbera Ermenistan û Tirkîyê betal bûn

Serokkomarê Ermenistanê Serj Sarkîsyan, da zanîn ku protokolên di navbera Ermenistan û Tirkîyê de hatine rawestandin û dawî li wan protokolan hatiye.

Di 2009an de ji bo ku têkilîyên Ermenistan û Tirkîyê normal bibin û herdu welat nêzîkî hev bibin, protokol hatibûn îmzakirin. Di îmzakirina van protokolan de serokkomarê berê Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu rolek sereke lîztibûn.

Wek tê zanîn, ji ber jenosîda Ermenîyan a1915an navbera Ermenistan û Tirkîyê ne xweş bû. Ji bo ku herdu welat nêzîkî hev bibi û dijminatîya salan li paş xwe bihêlin, di 2009an de di navbera herdu welatan de protokolên normalîzekirinê hatibûn îmzakirin. Lê ji ber ku piştî demek dirêj parlamentoyên herdu welatan ev protokol pesend nekirin, protokol ji alî Ermenistanê ve hatin betalkirin û dawî li wan hat.

Z.B


Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.