Quds dibe paytexta balyozxaneyên biyanî

Peyama Kurd / Piştî ku Amerîkayê biryar da balyozxaneya xwe veguhêze Qudsê, bi serî de dewleta Tirk û hinek welatên din li dij derketin û nerazîbûn nîşan dan. Lê piştî ku balyozxaneya Amerîkayê li Qudsê bi cîh bû, deng ji her kesî hat birîn û êdî welatên din jî balyozxaneyên xwe vediguhêzin Qudsê.

Piştî Amerîyakê, Guatemala û Paraguay jî balyozxaneyên xwe veguheztin Qudsê. Ev helwest pêwendî û têkilîyên Îsraîlê û welatên din xurttir dike. Xuyaye piştî Amerîka, Guatemala û Paraguay, wê welatên din jî balyozxaneyên xwe veguhêzin Qudsê.


Ev nivîs 210754 car hatiye xwendin.