Rêz ji ala Kurdistanê re negirtin
Carna mirov şaş û matmayî dimîne. PKK û PYD ji serî de bêrêzîyê li hember ala Kurdistanê nîşan didin û bi lidijderketina ala Kurdistnê helbet di bingeha xwe de dijminatîya Kurdistanê dikin. Ji ber ku ala Kurdistanê sembola Kurdistanê û dewleta Kurdistanê ye, PKK û PYD li dij derdikevin û bêrêzîyê li hemû şehîdên wê ala pîroz dikin.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ku ji PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Partîya Komunîst pêk tê, serdana Efrînê û Rêveberîya Kantona Efrînê kir. Helbet li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirkîyê piştgirîya Efrînê karekî niştimanperwerî û pîroz e. Lê dil dixwest ku PYD û YPG jî heman niştimanperwerîyê li hember şanda Kurdistanê nîşan bide û wan bi ala Kurdistanê pêşwazî bike. Lê mixabin şanda Parlamentoya Kurdistanê bi ala Kurdistanê nehat pêşwazîkirin û şanda Kurdistanê jî bû şirîkê heman xeletî yan jî dijminatîya PYD û YPG.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Efrînê di bin sembol û nîşanên PYD û Kantona Efrînê de derket pêşberî çapemenîyê.
Endamên şanda Parlamentoya Kurdistanê di axavtinên xwe de pesnê berxwedana Efrînê dan û gotin ku berxwedana Efrînê Kurdên her çar parçeyên Kurdistnê serbilind kiriye.
Helbet rast e, berxwedana Efrînê Kurd şanaz û serbilind kirin. Lê ne ji bo Kurdistanê, helbet ji bo “Bakurê Sûrîyê“ dikin. PYD û YPG a ku Rojavayê Kurdistanê kirine “Bakurê Sûrîyê“ û dijminatîya ala Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê dikin, di pêşwazîkirina şanda Başûrê Kurdistanê de jî nîşan dan ku ew ne Kurdistanî ne û bi buhayê pîvazekê jî qedr û rêza Parlamentoya Kurdistanê û ala wê li cem wan tuneye. Şandên Kurdistanê gava diçin welatekî biyanî, carna tenê bi ala Kurdistanê, carna jî bi ala Kurdistan û Iraqê tên pêşwazîkirin. Lê çi hikmet be PYD û YPG bi qasî dewletên dagîrker jî qedir nadin wan û rêzê ji ala Kurdistanê re nagirin.
Di vir de divê mirov rexneya mezin li şanda Parlamentoya Kurdistanê bigre. Şanda ku ji partîyên Parlamentoya Kurdistanê pêk hatiye û li Parlamentoya Kurdistanê di bin wê ala pîroz de siyasetê dikin, li hember bêrêzîya rêveberîya Kantona Efrînê çawa bêdeng man û bûn şirîkê vê dijminatîyê?
Z.B
Ev nivîs 210842 car hatiye xwendin.