Rewşenbîrên Ewrûpî doza Efrînê li Merkel kir

Nerazîbûna êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêma Efrînê û kujtina Kurdan zêdetir dibin. Rewşenbîr, derhêner, nivîskar, lîztikvan ji welatên cuda yê Ewrûpayê nameyek ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel re nivîsandi û jê xwestin ku li dijî Efrînê bêhelwest nemîne.

100 rewşenbîr, derhêner, nivîskar, lîztikvanên, akademîsyenên Ewrûpî nameyek ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Wezîrê derve Sîgmar Gabrîel re şandin. Di nameyê de ji wan herdu rayedarên Alman hat xwestin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin û êrîşa ser Efrînê şermezar bikin, bê helwest nemînin.

Rewşenbîr, derhêner, aktrîst û akademîsyenên ku kesên wek Prof. Peter Ott, Peter Lohmeyer, Ayşe Polat, Maria Schrader, Daniel Richter, Yüksel Yavuz jî di nav de ne, di nameya xwe de helwesta rayedarên Alman rexne kirin û rayedarên Alman ji ber „pasîftî, bêdengî û bêhelwestîyê“ şermezar kirin.

Di nameya van kesên navdar de ji rayedarên Alman tê xwestin ku li hember bêhiqûqî û binpêkirina mafê mirovan ya dewleta Tirk bêdeng menînin û xwedî li Efrînê derkevin. Herweha tê xwestin ku Almanya li hember Tirkîyeya ku endamê NATO ye û bi çekên Alman Efrînê wêran dike, bêdeng nemîne.

Z.B


Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.