Roman: Divê Trump Kurdan dawetî Qesra Spî bike
Peyama Kurd / Nakokî û pirsgirêkên di navbera Amerîka û Tirkîyê de zêdetir dibin, dolar her roj bilindtir dibe û pêve girêdayî aborîya Tirkîyê ber bi qeyranê ve diçe. Bilindbûna dolar û euro wek Îranê aborîya Tirkîyê jî serûbinê hev dike û helbet têkçûna aborîyê jî tê wateya topavêtinê (îflasê) û hejandina desthilatdarîya Erdogan. Lê Serokkomarê Tirkîyê Erdogan hîna jî ji ser a xwe danakeve, zirtan li Amerîkayê dike û weke ku tu tiştek nebûbe diaxive.
Di derbarê Tirkîyê zêdekirina zixtên li ser Tirkîyê de gelek pispor, nivîskar û navdarên Amerîkî dixwazin ku Amerîka zixtên zêdetir li Tirkîyê bike û cîh li Erdogan tengtir bike. Yek ji wan jî Gerînendeyê Dezgeha Hişmendîya Forûma Rojhilata Navîn (MEF) Gregg Roman e.
Gregg Roman, ji televizyona Îsraîl Î24News re axivî û di derbarê Tirkîyê de dîtinên xwe anîn zimên.
Roman, di axavtina xwe de anî zimên ku ew ”ji kiryarên Trump serbilind e” û got: ”Zixtên ku li Tirkîyê tên kirin kêm û hindik in. Divê zixtên li ser Tirkîyê bên zêdekirin. Li Tirkîyê serokê HDP Demîrtaş girtî ye. Li gor min, divê Trump serokên Kurdên Bakur dawetî Qesra Spî bike. Divê hêzên me yên artêşê ji Tirkîyê derêxe û wan li Bulgaristan, Iraq yan jî Yûnanistanê bi cîh bike. Û hetta zêdetir, divê Trump li Qesra Spî rasterast bi Fethûllah Gulen re hevdîtinê bike. Her çiqasî Trump di polîtîka Tirkîyê de dereng ma jî, lê helwestek rast girt. Ez bi kiryarên Trump serbilind im”.
Ev nivîs 210775 car hatiye xwendin.