Serokê mafyayê zirt li serokên HDP kir
Yek ji serokên mafya Tirkîyê Alaattîn Çakici, ku piranîya serokên mafya Tirkîyê endam yan jî alîgirên partîya nîjadperest MHP ne, ji girtîxanê bi rêya berdevkê xwe zirtên kujtinê li serokên HDP Selahattîn Demîrtaş û Sezaî Temellî kir.
Alaattîn Çakici, bi rêya berdevkê xwe got ku heke ferman ji wî re bê, ewê nehêle Selahattîn Demîrtaş di girtîxaneya Edîrneyê de tev bilive û bi serbestî derkeve der.
Çakici, herweha zirt û gef li Hevserokê HDP Sezaî Temellî jî kir û got: “Bêşerefê dijminê dewletê, min li vî welatî pir zilam bêhij xistine, ezê te jî bêhiş bixim. Erê ez mirovekî krîmînal im, lê ez ne xayînê welatê xwe me. Wek xayînekî mîna te min tu kûçkanî ji welatên din re nekiriye, kerê boz“ û gelek gotinên dûrî exlaqê insanan.
Serokê partîya nîjadperest MHP Dewlet Bahçelî doza derxistina efûyek giştî li Erdogan kiribû û dike, dixwaze hemû endamên mafyayê û alîgirên partîya wî ji girtîxaneyan derkevin der. Hevserokê HDP Temellî jî li dij derketibû û ji endam û serokên mafyayê re gotibû “devşîrmeyên mafyayê“.
Z.B
Ev nivîs 210778 car hatiye xwendin.