Serokwezîrê Thurîngenê ji alî Tirkan ve tê tehdîtkirin
Serokwezîrê eyaleta Thurîngen a Almanyayê Bodo Ramelow, çima ku di Twîtterê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê şermezar kiriye, ji alî Tirkên li Almanya û Tirkîyê ve tê tehdîtkirin.
Serokwezîrê eyaleta Thurîngen Bodo Ramelow, ku bi xwe ji Partîya Çep e, di Twîttera xwe de rexne li êrîşên Tirkîyê ku endamê NATO ye, girt û got: “Tîrkîye ya ku endamê NATO ye êrîşî ser wê Efrînê dike ku şer lê tunebû û mafê mirovan binpê dike. Aştî ji bo milletê Efrînê! Êrîşkaran rawestînin!“
Ji ber van gotin û rexneyên Ramelow, Tirkên li Almanya û Tirkîyê gef li Ramelow xwarin, zirt lê kirin, wêneyên jina Ramelow fotomontaj kirin û ew wek stêrka pornoyê weşandin.
Tirkên ku ji gotin û daxuyanîyên Ramelow aciz bûn û enirîn, ew bi kujtinê tehdît kirin û bi zirtên wek “di tabûtan de cîh heye, emê berdin serê te“ xwestin wî bitirsînin.
Z.B
Ev nivîs 210792 car hatiye xwendin.