Silêman: Berjewendîyên Kurdan li ku bin, divê Kurd li wir in
Peyama Kurd / Heyeta rejîma Esed sedana bajarê Qamişlo kir û bi partîyên Kurd re hatin cem hev. Her çiqasî naveroka hevdîtinan pir ne zelal be jî, lê endamê Partîya Pêşverû (Partîya Demokrat a Pêşverû a Kurdên Sûrîyê) Ehmed Silêman naveroka hevdîtinên bi heyeta Şamê re piçekî zelal kir.
Li gor Ehmed Silêman daye zanîn, herdu alîyan l igel pirsgirêkên Kurdan qeyrana Sûrîyê jî nîqaş kirine û heyeta Şamê doza pêkanîna kongreyek hevbeş li wan kiriye.
Ehmed Silêman, serdana heyeta Şamê bi erênî pesinand û anî zimên ku “ heyeta Şamê bi tena serê xwe nikare qeyrana Sûrîyê çareser bike. Herweha mixalefeta navxweyî jî nikare vê qeyranê çareser bike. Ji ber vê, Sûrîye û Kurd bi hev re karin çareserîyekê bibînin. Ji ber vê, em hatina heyeta Şamê bi erênî pêşwazî dikin“.
Silêman, di derbarê rewşa partîyên Kurd de jî axivî û got: “Di salên dawîn de partîyên Kurd bandora xwe wenda kirin. Di van çar salên dawîyê de tu giranîya partî û tevgerên Kurd nema. Di vê derbarê de tu peyamên wan yên zelal jî tunene. Berjewendîyên Kurda li ku bin, divê Kurd li wir bin. Heke ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê û çareserkirina pirsgirêkên Kurdan hikûmeta Sûrîyê gavan bavêje û pêşniyazetê pêşkêş bike, em Kurd jî amade ne alîkarîya vê yekê bikin“.
Ev nivîs 210780 car hatiye xwendin.