Şingal Kerkûka duyem e

Xiyaneta ku li Kerkûkê rû da, di dîroka Kurdistanê de yek ji xiyaneta herî mezin e. Kurdên ku pir nêzîkî xewn û xeyalên Kurdistanek serbixwe bûbûn, bi xiyaneta Kerkûkê re darbeyek mezin xwarin û ji pişt ve hatin xincerkirin. Û helbet xiyanet û xiyanetkar jî bêguman dîsa bi ji nava Kurdan û bi destê Kurdan pêk hat.

Şingal jî ne kêmî xiyaneta Kerkûkê ye. PKK a ku ji serî de dixwest Şingalê ji Kurdistanê veqetîne û radestî hêz û hikûmeta  Iraqê bike, gîha meqsed û miradê xwe û li şûna ku Şingalê bi Kurdistanê ve girêde, radestî milîsên Îranê Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê kir. Pêve girêdayî bi heman daxwaz û armancê Efrîn jî radestî Tirkîyê kirin. Bi vî awayî hersê bajar û herêmên ku ji bo yekîtîya xaka Kurdistanê stratejîk û jiyandar bûn, radestî dagîrkerên Kurdistanê kirin.

Radestkirin jî têr nekin. Îcar Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YPŞ) ku PKK ji bo şerê Pêşmergeyên Kurdistanê bikin ew damezirandibû, bi Wezareta Navxweyî û Wezareta Bergirîya Iraqê ve hat girêdan. Ango, YPŞ jî wek Haşdî Şabiî bû beşek ji hêzên Iraqê .

YPŞ berî niha jî mûçeyên xwe ji Iraqê werdigirt û wek hêzek Iraqî kar dikir. Vê carê bi awayekî fermî xwe kir parçeyek ji hêzên Iraqî û ev yek jî bêguman parçeyek ji dek û dolabên dij Kurdayetî û dij Kurdistanîbûnê ye.

Berpirsê asayîşa Êzîdxanê (Ji bo ku Kurdên Êzîdî ji Kurdistanê cuda bikin û nîfaqê têxin navbera Kurdan, PKK bi zanatî navê Êzîdxan li herêma Şingalê kir) Heval Xebat, ji Rûdawê re eşkere kir ku wan gelek caran daxwaz kiriye ew bibin beşek ji artêşa Iraqê û berî niha jî 1000 şerkirên wan beşdarî artêşa Iraqê bûbûn.

Z.B


Ev nivîs 210803 car hatiye xwendin.