Sîstema nû ya Tirkîyê tê çi wateyê?

Peyama Kurd / Bi vê hilbijartina 24ê Hezîranê re sîstema rêvebirîya Tirkîyê jî tê guhertin. Serokwezîrtî namîne, serokkomar hem dibe serokê Tirkîyê, hem dibe serokwezîr û serokê parlamentoyê. Ango, Erdogan hem dibe serokê dewletê, hem serokê parlamentoyê û piranîya biryar û desthilatdarîyan di bin destên wî de kom dibin.

Serokkomar dibe xwedîyê dersthilatdarîya ku karibe wezîran, piranîya endamên dadwerîyê, piranîya burokratên sereke û piranîya alîkarên serokkomar erkdar bike. Amadekarîya butçeya Tirkîyê dikeve destê serokkomar û dişîne meclîsê. Heke ev butçe ji alî meclîsê ve neyê qebûlkirin, butçeya berê tê qebûlkirin.

Li gor sîstema nû, hilbijartinên serokkomarî û meclîsa Tirkîyê wê di heman rojê de bên kirin. Biryara hilbijartinên pêşwext wê hem ji alî serokkomar û hem jî ji alî meclîsê ve bê girtin.

Biryara hilbijartinên pêşwext wê ji alî 5/3 dengan ve bê girtin. Ango, ji 600 endamên meclîsê divê 360 wekîl bêjin erê.

Di sîstema nû de wê meclîsa Tirkîyê karibe dozê li serokkomar veke û wî bişîne dadgehê. Ev yek jî bi pêşnûmeya 301 wekîl û bi dengê 360 wekîlî tê pêşkêşkirin û bi dengê 400 wekîlî rêya Dîwana Bilind jê re tê vekirin.

Di sîstema nû de, çawa ku li Amerîkayê dibe, wê dema serokatîyê bi du caran sînordar be. Ango, wê kesek tenê du caran karibe bibe serok û ev jî 5+5, ango 10 sal be. Ji bo ku kesek cara sêyem bibe serok, divê meclîs biryara hilbijartinek pêşwext bigre.

Di sîstema nû de heke cîhê serokkomar ji ber hinek sedeman vala bimîne, wê di 45 rojan de hilbijartin bê lidarxistin.


Ev nivîs 210777 car hatiye xwendin.