Sommer: Heke Erdogan qezenc bike, divê pêvajoya YE raweste
Peyama Kurd / Ji hilbijartinên Tirkîyê re çend roj man. Bi hîle û dek û dolaban mabe jî, qezenckirina Erdogan gelek alîyan nerehet dike.
Parlamentera Xiristîyanên Demokratên Yekgirtî (CDU) Renate Sommer, di derbarê qezenckirin û biserketina Erdogan de gumanên xwe anîn zimên û nerazîbûna xwe nîşan da.
Sommer, ji çapemenîyê re anî zimên ku “heke Erdogan qezenc bike, divê dawî li pêvajoya endametîya Yekîtîya Ewrûpayê bê û derîyên Yekîtîya Ewrûpayê li Tirkîyê bên girtin“.
Sommer, hevpeyvînek bi rojnameya Die Tagespost re kir û got: “Heke Erdogan dîsa qezenc bike, ne mimkine ku Tirkîye bibe endamê Yekîtîya Ewrûpayê. Di vê derbarê de wê Parlamentoya Ewrûpayê daxwaza rawestandina mizakereyên endametîyê bike“.
Renate Sommer, rexneyên tund li Erdogan girt û dîsa got: Heke Erdogan prensîpên dewleta hiqûqê binpê bike û desthilatdarîya xwe ya baqî pêk bîne, divê Yekîtîya Gumrikê jî bê bloke kirin û di warê aborî de biryarên tund li dijî Tirkîyê bên girtin“.
Ev nivîs 210765 car hatiye xwendin.