Sydow: 200 hezar Kurd ji ber tanqên Alman revîyan

Nivîskarê Rojhilata Navîn ê kovara Almanî Der Spiegel Christoph Sydow, di nivîsa xwe de êrîşek tund bir ser siyaset û helwesta hikûmeta Alman. Sydow, anî zimên ku 200 hezar Kurdên Efrînê ji ber tanqên Alman reviyane û koçber bûne.

Hikûmeta Alman, piştî destpêkirina şerê Efrînê jî li dora 4 milyon euro çek firotin dewleta Tirk û ew çek jî li dijî Kurdên Efrînê hatin bikaranîn. Ji xwe piranîya tanqên ku di dagîrkirina Efrînê de hatin bikaranîn, tanqên Alman bûn. Her çiqasî rayedarên Almanya soz didan ku ewê nehêlin çekên Alman li hember Kurdan bên bikaranîn jî, lê derket holê ku ew soz sozên pûç in û berjewendî di ser her heq û hiqûqê re ye.

Nivîskarê  Der Spiegel Christoph Sydow, di nivîsa xwe de balê dikşîne ser Artêşa Azad a Sûrîyê (ku piranîya wan ji endamên ÎŞÎD û El Kaîdeyê pêk tên) û tîne zimên ku AAS bi di bin sîya tanqên Alman de Efrînê talan dikin û dibêje: “Em serneketin û lawazbûna siyaseta Almanya di encama Efrînê de dişopînin. Artêşa Tirk kantona Efrînê fetih kir. Êdî tanqên Alman Leopard 2 ji Efrînê derbas dibin. Almanya di navbera 2006 ve 20011an de bêyî ku şert û şirûtan deyne ber Tirkîyê 354 tanqên Leopard 2 firotin Tirkîyê. Di firotinê de tenê şertek danîbûn ber hevkarên xwe yê NATO yê (Tirkîye) ew jî ew bû ku Tirkîye van tanqan nefroşe destê sêyemîn“.

Sydow, behsa Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û hikûmeta wî jî dike û dibêje: “Erdogan û hikûmeta wî, dibêjin ku operasyona li dijî milîsên YPG xizmetê ji NATO re dike. Lê dema ku berî sê salan endamên ÎŞÎDê  bi sedan kîlometre sînorên Sûrîye û Tirkîyê kontrol dikirin, Erdogan endîşe nedikir û dengê xwe dernedixist. Bê pirs û pirsgirêk endamên ÎŞÎDÊ karîbûn ji ser Sûrîyê derbasî Tirkîyê bibin. Armanca Erdogan ew e ku carek din Kurdan piçûk bixe, navdarîya xwe di nav netewperestên Tirk de zêdetir bike“.

Sydow, rastîya Artêşa Azad a Sûrîyê (AAS) jî tîne zimên û dibêje: “Artêşa Tirk, bi grûpên ku bi etîketa AAS li dijî Kurdan şer dikin re hevkarî kir. Esasen ev koalîsyon niha ne azad e, ne Sûrîyeyî ye ne jî artêş e. AAS, tenê bû nûnerê wekîlê Tirkîyê. Bi fermana Erdogan êdî ne li dijî Esed, lê li dijî milîsên YPG şer dike“.

Christoph Sydow, dibêje ku AAS di bin sîbera tanqên Alman Leopard 2 de Efrînê wêran dikin, dikevin mal û dikanan û her tiştî talan dikin û dibêje: “Li Efrînê hevkarîyek ne pîroz a netewperestên Tirk û îslamîstên mîlîtan heye, hevkarîyek êrîşkar û harbûyî. Leşkirên Tirk li ser dîwaran sembol û silavên faşîstên Tirk dinivîsin. Mîlîsên Sûrîyê, tilîya Tewhîdê nîşan didin. Heke mirov cara duyem li wêneyên ku li Efrînê hatine kişandin temaşe neke, mirov dibêje qey Efrîn ne ji alî artêşa Tirk, lê ji alî ÎŞÎDê ve hatiye stendin“.

Christoph Sydow, di dawîya nivîsa xwe de rexneyên tund li hikûmeta Alman digre, tîne zimên ku 200 hezar Kurd ji ber tanqên Alman ji Efrînê reviyane û dibêje: “Bela di peymana koalisyona hikûmetê de heta sibê behsa şerê li dijî sedemên penaber û koçberan bê kirin. Berlîn, heta ku firotina çekan ji bo welatên wek Tirkîye û S. Erebistanê ranewestîne, gotinên bi vî awayî ji axavtina pûç û mesrefê pêve ne tu tişt e“.

Z.B


Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.