Talabanî 'Şîretan' li Kurdên Rojava dike
Referandûma serxwebûna Kurdistanê, xiyaneta Kerkûkê, bêdengî û bêhelwestîya Amerîka û hêzên navnetewî, pirsên mezin di serê awira gelemperîya Kurd de çêkirin. Gelo wê Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ango Kurdên Sûrîyê jî raserî heman pirs û nakokîyan bên, yan wê di derbarê rewşa xwe û şertên ku tê de dijîn de çi helwestê bigrin. Her çiqasî PYD ji bo Rojavayê Kurdistanê doza federasyonê dike û naxwaze ji Sûrîyê cuda bibe jî, lê sibe dusibe çi dibe û çi tê pêşîya wan ne diyar e.
Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Moskovayê Aso Talabanî, bang li Kurdên Rojava kir ku wek Kurdên Başûr nekevin heman xeletîyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe têkilîyê bi hikûmeta navendî (hikûmeta Şamê) deynin.
Aso Talabanî, berî çendakê ji çapemenîyê re anîbû zimên ku divê Kurdên Sûrîyê ji Kurdên Başûr îbretê bistînin, nekevin xeletîya ku Kurdên Başûr kir û xwe ji referandûma serxwebûnê dûr bixin.
Li gor Talabanî, divê Kurdên Sûrîyê bi hikûmeta navendî, ango bi Beşar Esed re li hev bên û pirsgirêkên xwe bi hikûmetê re çareser bikin û got: “Divê Kurdên Sûrîyê şert û mercên heyî li ber çav bigrin û mizakereyan bi hikûmeta Sûrîyê re bikin da kur ê li ber kujtina zêdetir kesên sivîl bigrin“.
Aso Talabanî, di dewama axavtina xwe de anî zimên û got: “ Çareserîya herî baş ew e ku Kurdên Sûrîyê bi hikûmetê re li hev bikin û artêşa Sûrîyê têkeve Efrînê. Kurdên Başûr di pêkanîna referandûmê de pir lez û bez kirin, di encamê de yê ku herî zêde ziyan dît em bûn; ji ber ku temamê dewletên cîran û dewletên cîhanê di derbarê encama avêtina gava me de bala me kişandibûn “.
Piştî banga Talabanî bi demekê YPG bang li rejîma Sûrîyê kir ku artêşê bişîne Efrînê û Efrînê ji êrîşên Tirkîyê biparêze.
Lê pirsa girîng ev e:
Gelo wê Kurdên Sûrîyê jî wek Kurdên Başûr ji bo serxwebûnê dereng nemînin?
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî xiyaneta Kerkûkê di daxuyanîyek xwe de eşkere kiribû ku ew ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê dereng mane û diviyabû wan piştî ruxandina Saddam Hisên (2003) serxwebûna xwe ragihandina.
Z.B
Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.