Temelli: HDP partîya Tirkîyê ye
Peyama Kurd / Nîqaşên li ser Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav Kurdan de didomin. Alîgirên PKK û HDP dibêjin ku HDP partîya Kurdan e. Lê Kurdên ku ne HDP û PKKî ne ne di ê bawerîyê de ne. Ji xwe serkirdeyên PKK û HDP pir bi eşkereyî dibêjin ku HDP ne partîya Kurdan e, ne partîyek Kurdistanî ye û partîya Tirkîyê ye. Mustafa Karasu û gelek serkirdeyên PKK û HDP ev rastî anîne zimên û dubat kiriye. Lê di nav alîgir û ne alîgirên HDP de nîqaş hîna jî berdewam in.
Di vê derbarê de Hevserokê HDP Sezaî Temellî, carek din dupar û eşkere kir ku HDP ne partîyek Kurdî ye, partîya Tirkîyê ye.
Sezaî Temellî, bi minasebeta hilbijartinan ji awira gelemperî re axivî û got: “Demîrtaş namzetê Tirkîyê ye, HDP partîya Tirkîyê ye û li her derê ye. HDP li welatê hevbeş (Tirkîyê) armanca avakirina komara demokratîk daye ber xwe“.
Temellî, anî zimên ku heta desthilatdar û rejîma îro beçe wê demokrasî û wekhevî neyê Tirkîyê û wek HDP ewê temamê plan û projayên rejîma îro têk bibin.
Ev nivîs 210784 car hatiye xwendin.