Temellî: Pêwistî bi peymanek nû ya civakî heye

Di hilbijartinên Tirkîyê de serketina partîya HDP hîna jî ne diyar e. Her çiqasî di lêpirsînan de xuya dike ku HDP benda hilbijartinê derbas dike jî, lê şik û guman hîna jî hene. Piştî tifaqa partîyên Kurd û HDP wê rewş û encam çawa bin ne kifş e.

Di vê derbarê de Hevserokê HDP Sezaî Temellî, ji çapemenîyê re axivî û anî zimên ku her çiqasî xeterî hebie jî tirsa wan ji benda hilbijartinê nîne û wê partîya wan bendê derbas bike.

Temellî, di derbarê rewşa Tirkîyê de jî axivî û got: “Pêwistîya Tirkîyê b i peymanek nû ya civakî heye. Divê em civakek hevbeş û komarek demokratîk ava bikin ku herkes karibe tê de bi azadî bijî“.

Temellî, anî zimên HDP tenê bi pirsgirêka bendavê danakeve, pirsgirêkên li pêşîya wê pir in, hemû dezgeh, medya û hêzên ewlekarîyê li dijî partîya wan ketine nav tevgerê û antî propaganda partîya wan dikin.

Z.B


Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.