Temo: Tu têkildarîya PKK bi Kurdayetîyê re tuneye
Evdilezîz Temo, ku Serokê Komeleya Sûrîyeya Xweser û birayê siyasetmedarê Kurd Mîşel Temo ye ku di sala 2011an de ji alî YPG/PKKê ve hat kuştin, anî zimên ku ji roja PYD hatiye damezirandin û heta niha bûye piştgirê rejîma Sûrîyê, pê re hereket kiriye û zirara herî mezin daye Kurdan.
Evdilezîz Temo, ku li bajarê Dîlokê (Entabê) beşdarî “Kongreya Rizgarîya Efrînê“ bû û ji ÎLKHA re axivî, got: “ 7 sal in ku PKK/PYD li Efrînê zilmê li xelkê dike û dixwaze ji xwe re Qandîlên nû ava bike, lê wê xelkê Kurd destûrê nede vê yekê“.
Evdilezîz Temo, da zanîn ku PKK û PYD çawa li Tirkîyê zirara herî mezin dide Kurdan, bi heman şêweyî li Sûrîyê jî zirara herî mezin dide Kurdan û tu têkildarîya PKK bi Kurdayetîyê re tuneye.
Temo, di axavtina xwe de anî zimên ku ew nizanin PKK bi kê re kar dike û xizmeta kê dike û got: “ PKK/PYD ji sala 2012an ve gelek xort û siyasetmedarên Kurd qetil kirin. Gelek zirarên mezin dan me Kurdan. Di 4 salan de xwîna zêdetirî 15 hezar xortên Sûrîyeyî rijandin. PKK dixwaze zirarê bide xelkê Kurd“.
Evdilezîz Temo, çareserî û azadîya Kurdên Sûrîyê di Sûrîyeyek demokratîk û wekhev de û di rûxandina rejîma Esed de dibîne û dibêje: “PYD ji Kurdan xeracê distîne, xortan binçav dike, wan dikuje. Ev kes çawa ku li Tirkîyê zirar dan û didin Kurdan, bi heman şêweyî zirar dan û didin Kurdên Sûrîyê jî. Dixwazin Kurdên Sûrîyê di şer de bişewitînin. Em Kurdên Sûrîyeyî be, em ne PKKyî ne. Ger PKK bibêje ez mafên Kurdan dixwazim, wê demê ew girtîyên ku di zindanên Efrînê de ne li ku ne? Ew siyasetmedarên Kurd yên ku ew xistibûn zindanan li ku ne? Ew dixwazin ku bes ew hebin û îdeolojîya xwe belav bikin. Ew bi kantonan dixwazin Qandîlên nû ava bikin. Derdê wan paraztina mafên Kurdan nîne“.
Z.B
Ev nivîs 210835 car hatiye xwendin.