Tîllerson: Bêyî hevkarên xwe em nikarin li Sûrîye û Iraqê tiştekî bikin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson ji alî Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji kar hat dûrxistin. Tîllerson, di derbarê vê yekê de axivî û anî zimên ku ewê heta 31ê Adarê jî erka xwe bidomîne.
Ya herî balkêş, Tîllerson di derbarê rewşa Iraq û Sûrîyê de bêyî ku navê Kurdan bide axivî û behsa girîngî û pêwistîya hevkarên xwe kir û got: “Bêyî hevkarên xwe em nikarin li Sûrîye û Iraqê tiştekî bikin“.
Bêguman li Iraq û Sûrîyê ji Kurdan pêve tu hezkir û hevkarên Amerîkayê tunene. Bi ser ku rayedarên Amerîkayê vê yekê zanin ku nikarin li Iraq û Sûrîyê bêyî Kurdan gavekê pêş de bavêjin jî, li hember daxwaz û mafên Kurdan bêdeng û bê helwest dimînin.
Bêdengî û bêhelwestîya li hember xiyaneta Kerkûkê, bêdengî û bêhelwestîya li hember Efrîn û êrîşên dewleta Tirk, dilê Kurd û Amerîkîyan ji hev sar kiriye. Evê yekê hiştiye ku Amerîkî kûr kûr bifikirin û ji bo Kurdan ji xwe dûr nekin, li çareserîyên nû bigerin. Dûrxistin û jikaravêtina Rex Tîllerson wek sedemek ji vê yekê tê nirxandin.
Z.B
Ev nivîs 210785 car hatiye xwendin.