Tîllerson ji kar hat dûrxistin

Ev demek dirêj bû ku spekulasyon li ser Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson dihatin kirin û dihat gotin ku ewê ji kar bê dûrxistin. Ev gotin û paşgotin bûn rastî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson ji kar hat dûrxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di Twîttera xwe de ragihand ku Tîllerson ji kar hatiye dûrxistin û li şûna wî wê Serokê CÎAyê Mike Pompeo bibe wezîrê derve yê Amerîkayê.

Trûmp, di Twîttera xwe de got: “Wê Mike Pompeo bibe wezîrê me yê nû. Wê karên kesanedî bike. Ji bo karên ku kirine em spasîya Rex Tîllerson dikin. Wê Gîna Haspel bibe yekem jina ku bibe seroka CÎAyê. Ez hemiyan pîroz dikim“.

Z.B


Ev nivîs 210786 car hatiye xwendin.