Times: Divê Amerîka Terka Kurdan neke
Rojnameya Ingilîz The Times, di gotarek xwe de behsa Amerîka û Kurdên Sûrîyê kir û anî zimên ku „Amerîka ya ku di dinyayê de herî demokratîk û xwedîyê hêza herî mezin e, divê terka Kurdên Sûrîyê neke û wan bi tenê nehêle“ û bang li Amerîkayê kir ku li pişta Kurdan be.
The Times, di nivîsa xwe de behsa girîngî û payebilindîya dewletên mezin kir û nivîsand: “ Dewlet û hêzên mezin, bi têkilîyên ku bi şirîk û hevkarên xwe re datînin tên nirxandin û darizandin. Di polîtîkayên 30 salên borî de xeletîya herî mezin piştî şerê kendavê terkkirin û bitenêhiştina Kurdan û Şîeyên Iraqê bû. Saddam Hisên ê ku di şer de têk çûbû, guhdarîya bangên George H.W. Bush kir û li dijî kesên ku serî li ber dîktatorîyê rakiribûn dest bi terorê kir. Gelo wê heman şaşî û xeletî li Sûrîyê jî bê dubarekirin? “
The Times, behsa şerê li dijî ÎŞÎDê dike, dibêje „ji bo şerê ÎŞÎDê grûp û komên pêbawer pêwist bûn, ji Amerîka û hêzên hevpeyman re tenê grûpek pêbawer hebû, ew jî Kurd bûn“ û didomîne: “Ji Amerîka û hêzên hevpeyman re tenê grûpek pêbawer mabû, ew jî Kurd bûn. Kurd parçeyek ji rizgarkirina Mûsilê bûn. Di heman demê de, di rizgarkirina Rakkayê de jî hêza pêşewa bûn. Kurdên ku ji aktorên herêmê sekulertir û demokrattir in, hinekî sempatîya welatên rojava qezenc kirin. Lê Kurd di nava xwe de aloz û ne yekdeng in. Xwedîyê cudabûnên erdnîgarî û siyasî ne “.
The Times, di dawîya nivîsa xwe de behsa Kurdan û şerê li dijî ÎŞÎDê dike û dawî tîne: “Kurdan tenê ji bo alîkarîya Rojavayîyan şerê ÎŞÎDê nekirin. Şeê ÎŞÎDê kirin ji ber ku ÎŞÎD ji bo hebûna Kurdan û ji bo têkbirina bingeha demokrasîya wan jî xeyer bû. JI alî hêzên Amerîkî ve hatin destekkirin, fedakarîyên mezin kirin. Lê îro, ku ÎŞÎD dîsa xwe dide hev û xwe bi hêz dike, li beramber wendakirina desteka Amerîkayê ne. Helbet ji vê herêma ku pirsgirêk lê xilas nabin peydakirina çareserîyek hêsan nîne. Lê di şertên heyî de hilbijartina polîtîkayek rast heye. Hêza herî leşkirî û demokratîk, divê terka dostên xwe û hevalbendên xwe neke. Çi dibe bila bibe divê ev prensîp li ber çav bê girtin“.
Z.B
Ev nivîs 210770 car hatiye xwendin.