Torra: Emê dev ji doza serxwebûnê bernedin
Peyama Kurd / Hikûmeta nû ya Katalonyaya xweser bi serokatîya Quîm Torra dest bi kar û barê xwe kir. Piştî referandûma serxwebûnê hikûmeta Madrîdê qeyûm danûbû ser hikûmeta Katalonyayê û Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont ji kar dûr xistibû.
Piştî avakirina hikûmeta nû ya Katalonyayê, hikûmeta Madrîdê destê xwe ji kar û barê Katalonyayê kişand û erka birêvebirina Katalonyayê ji hikûmeta nû û serokê wê Quîm Torra re hişt.
Serokê hikûmeta Katalonyayê Quîm Torra, di dema sûndxwarinê de behsa doz û daxwaza serxwebûna Katalonyayê jî kir, anî zimên û got: “Hikûmeta me, di derbarê serxwebûna Katalonyayê de bi biryar e“.
Piştî van gotinên Totta, meclîsa Katalonyayê bi dûrişmên “Azadî, Azadî“ olan da û carek din eşkere bû ku serxwebûna Katalonyayê di dil û mejîyê her Katalonyayî de ye û jê dernakeve.
Ev nivîs 210758 car hatiye xwendin.