Wê piştgirîya Demîrtaş bikin
Piştî ku tifaqa bi HDP re neçû serî û serokê PKK Mustafa Karasu li dij derket, 4 partîyên ku di tifaqa Kurdistanî de cîh distînin biryara xwe ya dawîn dan ku di hilbijartinan de piştgirîya Selahattîn Demîrtaş bikin.
Tevgera Azadî, Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Platforma Demokratên Kurd (PDK-B) û Partîya Sosyslîsta Kurdistan (PSK), bi daxuyanîyekê eşkere kirin ku ji bo serokkomarîyê wê dengê xwe bidin namzetê HDP Selahattîn Demîrtaş.
Di vê derbarê de Kurdistanê Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîye (PDK-T) tev li biryara her çar partîyan nebû û biryar da ku dengên xwe nedi tukesî û ji kesekî re nebin alî.
Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.