Wekîlên Kurd bala hikûmeta Îranê kişand

Rejîma Îranê zilm û neheqîyek mezin li kolberên Kurd dike û pirê caran wan dikuje. Kolberên ku derbara xwe û malbata xwe bi bazirganîya sînor tînin, ji alî artêşa Îranê ve tên kujtin û jiyan li wan û malbatên wan diherime.

Di vê derbarê de 15 wekîlên Kurd yên ku di parlamentoya Îranê de ne pêşniyaz û daxwaznameyek pêşkêşî hikûmetê kirin. Di pêşniyaz û daxwaznameyê de tê xwestin ku zixtên li ser kolberên Kurd bên rakirin û di derbarê sînor û bazirganîya sînoran de guhertin bên çêkirin da ku rewşa 7 milyon kolberên Kurd baştir bibe.

Di vê derbarê de wekîlê bajarê Mahabadê Mahmûd Salihî, di parlamentoya Tehranê de daxuyanîyek da awira gelemperî û got: “Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 7 milyon Kurd derbara xwe û malbata xwe bi bazirganîya ser sînor û bi kolberîyê dikin. Astengîyên ku ji bo kolberan tên derxistin û rawestandina bazirganîya sînoran ji bo milletê me zehmetîyên mezin derdixe. Ji bo rakirina astengîyan û ji bo guhertin û baştirkirina bazirganîya ser sînoran me pêşniyazek da parlamentoyê. Heke pêşniyaz û daxwazên me neyên qebûlkirin, emê îstîfa bikin “.

Z.B


Ev nivîs 210785 car hatiye xwendin.