Xiyaneta xwe berdewam dikin
Yek ji hevpar û şirîkê xiyaneta Kerkûkê Aras Şêx Cengî, roja Duşembê bi daxuyanîyekê xiyaneta xwe berdewam kir û xwedî li Haşdî Şabiî derket.
Aras Şêx Cengî, di daxuyanîya xwe de Haşdî Şabiî wek dost û PDK, beşek ji YNK û pêşmergeyên Kurdistanê jî wek dijmin nîşan da û got: “Divê Haşdî Şabiî li Kerkûkê bên paraztin. Ji bo em nekevin xefikên dijmin divê em hestîyar bin, yan na wek ku berê li Kerkûkê bû, wê Kerkûk dîsa radestî hinek simsarên petrolê bê kirin, wê asayîşên partîyan zilmê li xelkê bikin û ewlehîya ku aniha heye wê ji holê rabe“.
Yek ji xiyanetkarên Kerkûkê Aras Şêx Cengî, daxwaza paraztina hêzên Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê dike, wan wek dost parêzerên ewlekarîyê dibîne û vegera hêzên Kurdistanî jî wek planên qirêj û dijminane dibîne.
Aras Şêx Cengî û xuyanetkarên Kerkûkê, di heman demê de di Twîtter û Facebookê de jî dijminatîya hêzên Kurdistanî dikin, pesnê Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê didin û bang li Kurdan dikin ku xwedî li yekîtî û yekrêzîya Iraqê derkevin û Iraqê parçe nekin.
Aras Şêx Cengî brayê Lahur Cengî ye ku di radestkirina Kerkûkê de hêzên xwe paşde kişandin û di radestkirina Kerkûkê de rolek sereke lîzt.
Aras Şêx Cengî, herweha dibêje ku hêza brayê wî Lahur Cengî wê plan û projeyên hêzên Kurdistanî têk bibe û nehêle ku Kerkûk dîsa bikeve bin desthilatdarîya hêzên Kurdistanî.
Z.B
Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.