Yûsiv: Dan û stendin xizmetê ji doza Kurd re nakin

Peyama Kurd / Ji roja roj de dihat gotin ku rejîma Sûrîyê Rojavayê Kurdistanê bi emanetî radestî PYD kiriye da ku PYD wê herêmê biparêze û partîyên Kurdistanî li herêmê nebin desthilatdar. Gelek caran nûnerên rejîma Sûrîyê jî bi eşkereyî dianîn zimên ku wan herêma Rojava emanetî PYD kiriye.

Dijminatî û zixtên ku PYD û YPG li ser partîyên Kurdistanî û ENKS dikin, vê rastîyê carek din derdixe holê. PYD û YPG bi eşkereyî dijberîya xwe ya li hember Kurdistanek serbixwe tînin zimên û yekîtîya xaka Sûrîyê diparêzin. Herî dawîn Berdevkê fermî yê YPG Nûrî Mahmûd dubare kir ku “paraztina yekîtîya xaka Sûrîyê erka wan a niştimanîye” û helwesta xwe raxist ber çavan.

Di demên dawîn de di navbera Encûmena Sûrîyeya Demokratîk (MSD) û rejîma Sûrîyê de hevdîtin dest pê kirine û ev hevdîtin ji alî her alîyan ve cuda tên şirovekirin. Her çiqasî ferman û biryar ji Qendîlê bên jî, nakokî û cudabûna şirove û nirxandinan di nav daxuyanîyên PYD, YPG û MSD de tên xuyakirin.

Di derbarê hevdîtinên Encûmena Sûrîyeya Demokratîk (MSD) û rejîmê de ENKS cuda difikire û di wê bawerîyê de ye ku MSD (PYD û YPG) di hevdîtinan de xizmetê ji doza Kurd re nakin.

Endama Sekreterîya Giştî ya ENKS Fesla Yûsif, di derbarê hevdîtinên Encûmena Sûriyeya Demokratîk û rejîma Sûrîyê de axivî û anî zimên ku pirsa Kurd di civînên wan de nayê nîqaşkirin, tenê behsa Sûrîyeya demokratîk tê kirin û biratîya gelan tê xwestin.

Fesla Yûsif, ji Rûdawê re anî zimên ku “Danûstendinên MSD û rejîma Sûrîyê ne di asta siyasî û dîplomasîyê de ne. Li gor em zanin berpirsên ewlekarîyê rejîma Sûrîyê ligel wan rûdinên.”

 Yûsiv, di berdewamîya axavtina xwe de tîne zimên ku MSD (PYD) tenê ji bo Sûrîyeyek demokratîk û biratîya gelan û ji bo îdeolojîya xwe kar dikin.

Li gor Fesla Yûsiv, MSD bi xwe xwe wek nûnerên gelê Kurd nabînin û hevdîtinên wan ne ji bo doz û mafê gelê Kurd in.


Ev nivîs 210783 car hatiye xwendin.