Yildirim: Dersim bi destê dewletê hat qirkirin

Peyama Kurd / Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim, li dewleta xwe mikur hat û got: “Ez bir eşkere dibêjin. Qirkirina Dersimê bi destê dewletê hat kirin“.

Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim, di duyemîn roja cejna Remezanê de bi serok û pêşewayên Alewîyan re hevdîtin kir û behsa qirkirina Dêrsimê (1938) kir. Yildirim, anî zimên ku dewlet jî carna kare kiryarên xirab bike û qirkirina Dêrsimê jî yek ji wan e.

Yildirim, di hevdîtinê de anî zimên û got: “Qirkirina Dersimê (1938) êş û azarek mezin e. Ez pir eşkere dibêjim, Dewletê qirkirina Dersimê kir. Dewlet jî carna kare kiryarên xirab bike. Divê ev welat bi qirkirina Dêrsimê re rû bi rû bibe. Tu luksa me tuneye ku em li pişt kiryarên xelet rawestin“.


Ev nivîs 210779 car hatiye xwendin.