Yilmaz: Efrîn berdewamîya Kerkûkê ye

Me berî niha jî nivîsandibû, aqûbeta ku hat serê Kerkûkê wê bê serê Efrînê jî. Ji ber ne Amerîka, ne Rûsya û ne jî dewletên din, naxwazin Kurd biserkevin û di herêmê de bibin xwedî erk, xwedî hêz û xwedî gotin. Her çiqasî Amerîka, Rûsya û dewletên hevpeyman Kurdan wek hevkarê xwe dibînin û bêyî Kurdan nikarin şerê rêxistinên wek ÎŞÎDê bikin jî, lê di mijara yekîtî û serxwebûna Kurdistanê de ne xwedî biryar in, naxwazin û hetta Kurdistanek serbixwe ji bo xwe xeter jî dibînin. Halîhazir rewş wisa dixuye. Lê di pêşerojê de wê çi bê guhertin, kes nizane.

Çawa ku Amerîka û dewletên hevpeyman li Kerkûkê bêdeng man û bûn şirîkê xiyanet û dagîrkirina Kerkûkê, xuyaye heman xiyanetê li Efrînê jî dikin. Hem Rûsya, hem Amerîka û dewletên hevpeyman wek Kerkûkê ji êrîşên ser Efrînê re jî bêdeng in, bi vê bêdengîyya xwe piştgirîyek mezin didin Tirkîyê û rûn li ser navê Rûsya, Îran, Sûrîye û Tirkîyê dikin. Bi vê yekê carek din xuya bû ku çi Amerîka û Rûsya be, çi jî dewletên rojava û dewletên dagîrker bin, naxwazin Kurd wek millet bibin yek û Kurdistan jî bibe dewletek serbixwe. Ew her dixwazin Kurd di nav sînorên dewletên dagîrker de kole û hêsîr bimînin, bi hinek mafên piçûk dengê wan bê birrîn da ku Kurd her û her muhtacî wan bin.

Di vê derbarê de Pispora Têkilîyên Navdewletî û Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz, aqûbeta Efrînê jî wek aqûbeta Kerkûkê dibîne û tîne zimên ku li Kerkûkê çi bûbe, Efrîn jî berdewamîya wê ye.

Arzu Yilmaz, di derbarê rewşa Efrînê û êrîşên ser Efrînê de axivî û dîtinên xwe anîn zimên. Yilmaz, anî zimên ku sersebebê pirsgirêkên navbera Kurdên Sûrîyê û rejîma Esed Rûsya bi xwe ye û got: “ Hêzên Kurd dixwestin bi rejîma Sûrîyê re têkilîyê deynin, lê Rûsya herdem dibû asteng. Sedema ku têkilîyên navbera YPG û Esed pêk nedihatin, Rûsya bi xwe bû, Rûsya ev yek nedixwest. Dixuye ku Rûsya bi vê yekê dixwaze Tirkîye û rejîma Esed bike mixatabên hev, wan li hev bîne û wan bîne ser heman maseyê“.

Yilmaz, di derbarê Efrînê û hatina milîsên Îranê de jî tine zimên ku ji ber Rûsyayê rejîma Sûrîyê nikarîbû artêşa xwe bişîne Efrînê, lê Îranê ev fersend bi kar anîye û bêyî ku hesabê Rûsyayê bike milîsên xwe şandiye Efrînê. Ev yek jî encam û fikara ku tevgera Kurd û Îranê li hev kiribe derdixe holê.

Arzu Yilmaz, di derbarê pêşeroja Kurdan de bi dudilî diaxive, di wê şik û gumamê de ye ku piştî şikestin û têkbirina ÎŞÎDê, wê hêzên mezin yên navdewletî dîsa pişta xwe bidin Kurdan, wan bi tenê bihêlin û ji niha ve di vê derbarê de hevkar û hevfikir in û dibêje: “Ez tiştên ku îro li Efrînê pêk tên û tiştên ku piştî referandûmê li Kerkûka Herêma Kurdistanê pêk hatin ji hev cuda nakim. Li Kerkûkê çi bûbe, tiştên li Efrînê dibin jî berdewamîya wê ye “.

Z.B