YM Tirkîye rexne kir

Rapora salane ya Konseya Mafê Mirovan a Yekîtîya Milletan eşkere bû. Rapor ji alî Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan Zeîd Raad El Huseyîn ve hat pêşkêşkirin.

Huseyîn, di pêşkêşkirina rapora Konseya Mafê Mirovan de anî zimên ku “Şerê li Sûrîyê, li Guta, Îdlîb û derdora Efrînê bilindî asta tirsê bûye“.

Di raporê de behsa êrîşên dewleta Tirk jî hatiye kirin û Huseyîn got: “Êrîşên Tirkîyê xeterek mezin li ser xelkê sivîl dike“.

Komîserê Yekîtîya Milletan Huseyîn, behsa rewşa Tirkîyê jî kir, anî zimên ku li Tirkîyê mafê mirovan tên binpêkirin, mafê mirovan ber bi xirabîyê ve diçe û got: “Di derbarê binpêkirinên mafê mirovan de gellek agahdarî digihên destên me. Binpêkirinên mafê mirovan me xemgîn û gumanbar dike“.

Huseyîn, anî zimên ku di rojên pêş de ewê di derbarê Tirkîyê û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di dema Rewşa Awarte de hatine û tên kirin raporek berfirehtir biweşînin.

Z.B


Ev nivîs 210793 car hatiye xwendin.