Zilma artêşa Tirk berdewam e
Peyama Kurd - Zilm û zora ku endamên artêşa Tirk li Kurdan dikin berdewam e. Çi polîs, çi jî leşkir, bê sûc û sebeb zilm û êşkencê li Kurdan dikin û bi çavê terorîstan li her Kurdî dinerin.
Li Şemdînlî ya Colemêrgê gundê Nêrdûşê, leşkirên Tirk dîsa êşkence li du şivanên Kurd kirin û ew xistin halê mirinê.
Şivanên bi navê Nasir Taş û Ramazan Aktaş, dema ku pezên xwe dibirin çêrê, ji alî komek leşkir ve hatin sekinandin. Leşkiran bi sûc û sebeb ew dan ber lêdanê û bi qûndaxê tifingan û gopalan êşkence li wan kirin.
Şivanên ku di halê mirinê de li çiyê hatin hiştin, ji alî xwedîyên xwe ve hatin dîtin û rakirin nexweşxanê.
Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.