Zixtên PYD berdewam dike
Zilma ku PYD li dijî ENKS dike berdewam dike û asayîşa PYD rê nade rêvebirên ENKS ku bi azadî karê xwe yê siyasî bikin.
Berî çend rojan rêvebirên ENKS Nîmet Dawid û Feysel Yûsif ji alî asayîşa PYD hatibûn revandin û aqûbeta wan ne diyar e. Doh jî li Dêrikê rêvebirekî ENKS hat revandin.
Rêvebirê ENKS Fadî Merî ji alî asayîşa PYD ve li Dêrikê hat revandin û aqûbeta wî jî ne diyar e.
PYD a ku ji derveyî hêz û partîyên Kurd rêzê ji rêxistin û partîyên Tirk û Ereban re digre û rê dide wan ku li Rojavayê Kurdistanê xebata xwe bikin, li dijî ENKS siyasetek dijminane dimeşîne û endam û rêvebirên wê direvîne.
Z.B
Ev nivîs 210778 car hatiye xwendin.