Taxên vîrusa korona derketibû hatin sûstin

Taxên vîrusa korona derketibû hatin sûstin

PeyamaKurd - Li bajarê Soran ê bi ser parêzgeha Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, taxên ku çend kes tê de bi vîrusa koronayê ketibûn, bi dermanan hatin şûştin.

Berpirsê polîsê berevaniya sivîl yê bajarê Soran, Îmad Kenan ragihandiye ku taxên Birayetî û 26 Gulan ku doh testa 10 kesan a Covid-19 pozîtîf derketiye bi dermanan hatine şûştin.

Îmad Kenan got, îro her du tax bi dermanên antî vîrus hatine şûştin.

Herwiha berpirsê tenduristiya bajarê Soran, Dr. Karwan Cemal jî daye xuyakirin, tîmên tenduristiyê li wan taxan dest bi wergirtina nimûneyan kirine da ku piştrast bibin ji bilî wan kesan, ti kesekî din bi vîrusa koronayê neketiye.

Dr. Karwan Cemal da zanîn, 10 kesên ku doh bi vîrusa koronayê ketibûn, hemû mirov û xizmên hev in.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin