PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Pergala Parastina Hewayî ya Mîrekên Yekbûyî yên Ereban (MYE) moşekên balîstîk yên ku ji aliyê Husiyan ve hatibûn avêtin, li hewayê îmha kirin.
Di derbarê bûyerê de fermandarê Yekîneyên Mahayan yê girêdayî Hêzên Hikûmeta Yemenê Omer Dovbel daxuyaniyek da û got ku herêma lîmanê ya bajarê Mahayê ku Mîrekên Yekbûyî yên Ereban lê bi cih bûne, rastî êrîşa moşekan bû. Moşek li hewayê hatin îmhakirin.
Televîzyona Mesîrê ya nêzîkî Husiyan jî ragihand ku Yekîneyên Husiyan moşekên kurt menzîl avêtine Kampa Guzatê û kamp xir û xopan kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin