Kurdê ku ji Aksener re got, ‘Ev der Kurdistan e, ziman û nasnama me tê înkar kirin’ hat binçavkirin

Kurdê ku ji Aksener re got, ‘Ev der Kurdistan e, ziman û nasnama me tê înkar kirin’ hat binçavkirin

PeyamaKurd - Welatiyê Kurd Cemîl Taşkesen ku li navçeya Misircê ya Sêrtê esnaftiyê dike û di serdana Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener de, jê re gotibû, ev der Kurdistan e, nasname, ziman û navê welatê me tê înkarkirin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta ‘propangdaya terorê’ hat binçavkirin.

Welatiyê Kurd ê bi navê Cemîl Taşkesen doh 28ê Cotmehê li Misircê dema serdana Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, pê re axivîbû û wiha gotibû: “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî belavbûna vîdyoya wê axaftinê bi taybet di nav Kurdan de li ser medya civakî piştgiriyeke mezin bo wî welatiyê Kurd hat dayîn.

Hat ragihandin ku piştî karvedana wan gotinên Taşkesen, îro danê sibehê polîsan bi ser mala wî de girtiye û bi hinceta ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatiye binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin