PeyamaKurd – Parlamentara HDPê ya Colemergê Leyla Guven ku ji girtîgehê wekî parlamentar hatibû hilbijartin û bi destpêkirina grevên birçîbûnê bo Abdullah Ocalan hatibû rojevê, îro 10ê Tîrmeha 2019an li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî xwar û des bi karê parlamentariyê kir.
Leyla Guven ku di heman demê de Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) bû, ev salek e wekî parlamentar hatiye hilbijartin, lê ji ber ku sond nexwaribû nikaribû mûçeya xwe bistîne û beşdarî karûbarên parlamentoyê bibe.
Guvenê di 200 rojiya greva birçîbûnê de piştî hevdîtina parêzeran bi Abdullah Ocalan re dawî çalakiya xwe anîbû ku dema berdewama wê grevê hejmarek girtiyên PKKyî li girtîgehan dawî li jiyana xwe anîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin