Sandeyek bilind a leskerî ya Iraqê îro serdana Singalê kir

Sandeyek bilind a leskerî ya Iraqê îro serdana Singalê kir

PeyamaKurd – Şandeyek bilind a leşkerî ya Iraqê, îro bi serokatiya Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarulla û bi endamtiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemmerî û hejmarek fermandarên payebilind ên leşkerî û ewlehiyê ve serdana Şingalê kirin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, îro 30.04.2022yê şandeya bilind a leşkerî ya Iraqê serdana yekîneyên leşkerî kirin û dûvçûnê li ser rewşa ewlehî û îstixbarata Şingalê dikin.

Herwiha berî niha jî roja 21.04.2022yê şandeyeke bilind a leşkerî û ewlehiyê di serokatiya Serokê Saziya Asayîşa Niştimaniya Iraqê Hemîd Şetrî de serdana Şingalê kir.

Hêjayî gotinê ye, serdana wan şandeyên ewlehî û leşkerî ya Iraqê ji bo Şingalê, piştî aloziyên di navbera çekdarên ser bi PKKê û artêşa Iraqê pêk hatin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin