Amerîka amadehiya vekisandina bi hezaran leskerên xwe dike

Amerîka amadehiya vekisandina bi hezaran leskerên xwe dike

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di pêşnûmeya rêkeftina navbera Amerîka û Talîbanê de tê plankirin ku bi hezaran leşkerên amerîkî yên li Afganistanê bên vekişandin.

Li gorî raporta Washington Postê ku dispêre rayedarên amerîkî, di pêşnûmeya peymanê de rêveberiya Trump bi şertê ku Talîban hinek tawîzên wekî destkişandina ji El Qaydê bide û agirbestê ragihîne, wê bi hezaran leşkerên amerîkî jî ji Afganistanê bên kişandin.

Bi vê rêkeftina Amerîkayê bi Talîbanê re tê çaverêkirin hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Afganistanê ji 14 hezaran dakeve dor 8-9 hezaran.

Berdevkê Talîbanê Zabîullah Mucahîd jî ji rojnameyê re diyar kiriye ku ew ji rêkeftinê bi hêvî ne û serkeftina wê jî girêdayî cidîbûna amerîkîyan e.

Li gorî amarên Pentagonê ji sala 2001ê destpêka şerê Afganistanê ve heta niha, 2 hezar 400 leşkerên amerîkî can dane û zêdetirî 20 hezaran jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin