PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku şîrketa Emaratan li dijî ambargoya ser Lîbyayê hat û ambargoyê binpê kir. Rojnama İrish Time ya Îrlandayê ragihand ku artêşa Îrlandayê keştiya bi navê 'LE Aisling' ê ya şer ji lîteya xwe derxistiye û wê firotiye dezgeyeka Hollandî. Paşî şîrketeka Emaratan wê kiriye û firotiye general Hafter ê Lîbyayî.
Di rapora NH de keştî ji aliyê Îrlandayê de bi 110 hezar ewroyê hatiye fiortin lê şîrketa Emaratan wê bi 1.3 mîlyon Ewroyî daye Hafter. Keştî piştî ket destê Hafter, navê wê guherandin û kirin “El Kerame”.
Rêvebirê Îrlandî dibêje berya keştî bê firotin, temamê sîlihên di keştiyê de jê hatine derxistin û ti berpirsiyarekiya wan di firotina keştiyê de tine ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin