PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di axaftina xwe ya li kongereya rêxistinên civaka sivîl a li Bexdayê diyar kir; bêyî aşitiya civakî, koçber û aware nikarin vegerin cih û warên xwe.
Mihemed Helbûsî destnîşan kir: “Şerê DAIŞê bi hezaran kes aware kirine, rêxistinên civaka sivîl jî roleke wan a berçav ji bo vegerandina awareyan bo cih û warên wan hebû.”
Helbûsî herwiha eşkere kir: “Bêyî aştiya civakî, awareyên Iraqê nikarin vegerin cih û warên xwe.”
Ev di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve Hikûmeta Iraqê biryar daye, kampan bigre û awareyan jî bi zorê bişîne cih û warên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin